Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Çavdêrîya Mafên Mirovan: Divê Civata Navnetewî Gruba Peywendîyê Ser Tîbetê Ava Bike


Rêxistina Çavdêrîya Mafên Mirovan bang li civata navnetewî dike ku grubeke peywendîyê ser Tîbet’ê ava bike û giwaştin li ser hikûmeta Çînî bike ku, bi gotina wê, rewşa mafên mirovan ku ber bi xirabûnê ve dihere, baştir bike.”

Rêxistina Human Rights Watch îro Înîyê bi daxuyanîyeke nivîskî bang li hikûmetên cîhanê ku bi rewşa Tîbet’ê xemdar in, kir ku di kombûna Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî de grubekê ser rewşa Tîbet’ê ava bikin.

Rêxistina bingeh li New Yorkê dibêje, divê gruba peywendîyê zext û giwaştin li ser Çînê bike ku Pekîn jinûve dest bi danûstandinan bi nûnerên Tîbet’ê re bike.

Çavdêrîya Mafên Mirovan herwiha dibêje, avakirina grubeke wiha wê bibe nîşane ku civata navnetewî bi awayekî zêdebûyî xema Tîbet’ê digire.
XS
SM
MD
LG