Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Komendarekî Îranî: Reng e Îsraîl Berî Meha 11'ê Êrîşî Îranê Bike


Komendarekî Hêzên Şoreşgerî yên Îranê dibêje ku dê Îsraîl di dawîyê de dev ji gefeyan berde û êrîşî Îranê bike.

Mihemed Alî Jafarî di konferanseke rojnamevanî de got, texmîn ew e ku Îsraîl dikare êrîşên ezmanî berî hilbijartinên serokatîyê li Amerîkayê li meha 11ê li Îranê bide. Jafarî got ku eger gaveke wisa hate kirin ewê dewleta Cihû were wêran kirin.

Komendarê Îranî got, gefeyên Îsraîlê dijmintîya wê dijî Îslam û şoreşê diyar dike.
Îsraîlê di sala 1981ê de bombe reaktora Îraqê ya navokê kiribû, û di sala 2007an de jî gaveke wekî wê li dijî Sûrîyê avêtibû.

Îran îdîa dike ku programa wê ya navokî aştîyane ye, lê Îsraîl û Rojava dibêjin, Îran dixwaze çekên navokî ava bike.
XS
SM
MD
LG