Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Senata Amerîkî Alîkarîya Biyanî Erê Dike


Senatoya Amerîkî roja Şemîyê deng da ku jibo şeş mehên din alîkarîya diravî bide hikûmeta Amerîkî, û rê li ber roxandina hikûmetê girt.

Tê çaverêkirin nuha Serok Barack Obama bernivîsa vê alîkarîyê îmze bike da bibe qanûn.
Senatorê Komarî Rand Paul (ji wîlayeta Kentucky) kempeyn kiribû ku Senatoyê rawestîne dengdana bernivîsê bike, heta ku pêşniyara wî jibo qutkirina alîkarîya biyanî bo Pakistan, Misir û Lîbyayê qebûl bike.

Senatoya, bi piranîya wê Demokrat in, neserkeftineka Rand Paul da dest û deng neda pêşniyara wî. Piranîya hevrêyên Paul yên Komarî li dijî pêşniyara wî deng dan.

Paul got, wî çaverê nedikir ku ew bernivîsa wî were derbas kirin. Lê belê, Paul got ku wî ji Senatoyê dixwest ku şirove bike çima wê deng daye ku milyarên dolaran wekî alîkarî bide hin xelkê ku bi gotina wî, rêzê li Amerîka nagirin û alaya Amerîkî di protestoyên dijî Amerîka dişewitîne.

Demoktratan gotin ku hin welatên ku di bin guherînên siyasî re derbas dibin nuha pêdivî bi alîkarîya Amerîkayê hene ji berê de bêtir.
XS
SM
MD
LG