Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Şerê Hikûmet û Opozisyona Sûrî Nêzîkî Tixûbê Ûrdunê Diqewime


Bizavkarên Sûrî dibêjin, serhilda û hêzên hikûmetê şerekî giran li çend demjimêrên dawî li nêzîkî sînorê Ûrdunê kirine.

Bizavkar dibêjin ku şer li hundir û derveyî bajarokê Nesîb yê li ser sînor pêk hat û heta şeveqa roja Şemîyê dom kir.

Rêxistina Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan ku bingeh li Brîtanyayê dibêje, qurbanî ji herdu alîyan hebûn bêy ku ti jimaran bide.

Mihemed Ebû Horan, çalakvanekî li deverê bû, dibêje ku serhildayan di destpêkê de êrîşî bingeheke hêzên parastina ezmanî kirin ku li nêzîkî bajarokê Nesîb e û li dema ku serhilda vedikêşîyan ew ligel pasevanên tixûbê yên Sûrîyê ketin nav pevçûnan.

Nesîb li parêzgeha Deraa ye, cihê ku serhildana dijî Serok Beşar el-Esed Adara sala borî destpê kir.

Serhildan vê dawîyê bûye şerekî navxweyî ku heta nuha nêzîkî 30 hezar kes jiber hatine kuştin, li gorî çalakvan dibêjin.
XS
SM
MD
LG