Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dibistaneke Zarokan li Îraqê Rastî Êrîşeke Xwekujî Hat


Karbidestên Îraqî dibêjin, bi sedema êrîşeke xwekujî li nêzîkî dibistaneke zarokan li parêzgeha Enbarê çar zarok hatin kuştin.

Li gor karbidestên Îraqî, êrîşberî roja Duşemê otomobîla xwe li bajarokê Hît teqand û şeş zarokên din di wê teqînê de birîndar bûn.

Şaredarê Hîtê, Muhemed Abdulmunîm got ku dîsa xelkê bêguneh dibin qurbanîya karên teroristî.

Abdulmunîm herwiha got ku li gor lêkolînên destpêkî xuya dibe ku ew dibistan armanca sereke ya êrîşê nebûye.
XS
SM
MD
LG