Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Karbidestekê Îranê Daxwaza Boykotkirina Xelatên Oscar Dike


Karbidestekê Îranî dibêje ku divê Îran merasîma xelatên Oscar ya sala 2013 boykot bike, piştî belavbûna flîmekê ku bêrêzî bi pêxember Muhemedî dike.

Cewad Şamaxdarî, berpirsê ajansa sînemayê ya ser bi dewletê, dibêje ku divê Îran beşdarî li festîvala Hollywoodê neke, li gor Associated Press.

Fîlma “Yek Hebbê Qend” ji layê komîteyeke Îranî ve hatîye destnîşankirin da ku jibo wergirtina xelata Oscar beşdar bibe , lê belê hikûmeta Îranê hêşta razîbûna xwe ranegihandîye.

Şamaxdarî dibêje divê Îran Oscarê boykot bike eger rêkxerên Oscarê fîlma li dijî Îslamê, ku li Amerîkayê hatîye çêkirin, şermezar nekin.
XS
SM
MD
LG