Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Romney û Obama Îro li Ohio Derdikevin Pêş Hilbijêran


Serokê Amerîka Barack Obama û hevrikê wî yê Komarî Mit Romney îro Çarşemê li eyaleta Ohio kempeynên xwe yên hilbijartinê bidomînin.

Birêz Romney do Sêşemê ligel berbijarê cîgirê serok Ryan Paul dest bi gera xwe otobusê li wê wîlayetê kirîbû û her du li nêzîkî bajarê Dayton kombûneke girseyî pêk anîbûn.

Mitt Romney di axaftina xwe de rexne li Serok Obama kirîbû ku di hewlên vejandina aborîyê de biser neket.

Berbijarê Komarî herwiha Serok Obama rexne kirîbû ku li hember bazirganîya Çînê berjewendîya karkerên Amerîkî naparêze.

Hevdem, Serok Barack Obama jî îro Çarşemê wê li 2 zanîngehên Ohio’yê kombûnên girseyî pêk bîne û ligel xortan bicive.

Pirsnameyên civakî yên vê dawîyê nîşan didin ku birêz Obama li Ohio û li çend eyaletên din yên seranser Amerîkayê, bi awayekî berbiçav, li pêş hevrikê xwe yê Komarî xwane dibe.

Hêjayî gotinê ye, heta niha ti berbijarên Komarî, kontrola Qesra Sipî bidest nexistîye, beyî ku hilbijartina li Ohio qezenc bike.
XS
SM
MD
LG