Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Avahîyeke Leşkerî li Şamê Rastî Cot Peqînan Hat


Karbidestên Sûrî dibêjin, avahîyeke leşkerî li navenda Şama paytext, bi armanca cot peqînan, lê zîyan negihand ti qumandarên wan.

Peqîn çend deqeyan ji hev cuda roja Çarşemê pêk hatin ku di encama wan de alîyekî avahîyê li nav agir ma.

Wezîrê Ragihandinê Omran Zûbî got, teqînan tenê bûne sedema zîyana madî û berpirsîya êrîşan xiste stûyê terorîstan.

Daxuyanîyeke artêşa Sûrîyê got ku yek ji teqînan jiber bombeya li otomobîlekê pêk hat.

Televîzyona Press TV ya Îranî jî got, yek ji peyamhinêrên wê bi guleya nîşangirekî li Şamê hate kuştin û berpirsê ofîsa dezgeheke din ya nûçeyan ku bi hikûmeta Îranê ve ye, roja Çarşemê birîndar bû, li dema ku wî derbarê peqînan radigihand.

Ev teqîn, kiryarên yên herî dawî ne ku li paytexta Sûrîyê pêk tên, piştî peqîna roja Sêşemê ku ser avahîyeke hêzên ser bi hikûmetê qewimîbû.

Serhilda dibêjin, ew hêvî dikin ku ev êrîş karbidestên ewlekarîyê yên payebilind bikujin.
XS
SM
MD
LG