Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îran: Emê Bersîva Hemî Êrîşên Dijî Me Bidin


Îran soz dide ku bersîva êrîşekê dijî wê bide, piştî ku Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu bang li cîhanê kir ku “xeta sor”deynin ser programa navokî ya Îranê.

Balyozê Îranê li Neteweyên Yekbûyî Eshagh El Habîb, birêz Netanyahu sûcdar kir ku îdîayên bêbingeh li dijî Îranê belav dike.

El Habîb dubare kir ku programa welatê wî jibo mebestên aştîyanê ye, lê hêzên cîhanê dibêjin, Îran hewil dide ku çekên navokî ava dike.

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu do Pêncşemê, di Civata giştî ya Neteweyên Yekbûyî de gotibû ku dem hindik dimîne ku civata navnetewî Îranê rawestîne.

Netanyahu hişyarî dabû ku ku divê “xeteke sor” li pêş Îranê were danan, berî ku Tehran qonaxa duyê ya dewlemendkirina uranyumê temam bike û dest bi çêkirina bombeya navokî bike.

Demeke zûtir ya vê heyteyê Serokê Amerîka Barack Obama gotibû ku welatê wî dê hemî tiştên pêdivî bike ku nehêlê Îran çekên navokî peyda bike.

Wezîra Derve ya Amerîka Hillary Clinton jî do Pêncşemê bi Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu re kom bibû, lê li ser hevdîtina wan ti agahdarî nehatibû dayîn.
XS
SM
MD
LG