Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka Pirtir Karmendan ji Balyozxaneya xwe li Lîbyayê Dikşîne


Hikûmeta Amerîkayê pirtir karmendan jiber sedemên ewlekarîyê ji balyozxaneya xwe li Lîbyayê dikişîne. Lê, Washington dibêje, ew hêvî dike ku wan karmendan hefteya were careke din vegerîne Trablusê.

Karbidestekî girîng yê Amerîkî li New Yorkê dîyar nekir çend karmend ji balyozxaneyê hatine vekişandin. Karbidestê Amerîkî ev daxuyanî li Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî da ku Wezîra Derve Hillary Clinton jî pişikdarî li wê civînê dike.

Waxtekî zûtir ya vê mehê, balyozê Amerîkî li Lîbyayê û çend karmendên din yên Amerîkî di êrîşekê ser konsulxaneya Amerîkî de, li bajarê Bîngazî ya rojhilata welêt hatibûn kuştin.

Ew bûyer di salvegera êrîşên terorîst yên 11'ê Îlonê de pêk hatibûn, li wê demê ku bi hezaran Misilmanan hember filmekî dijî Îslamê protesto dikirin ku li Amerîkayê hatiye çêkirin.

Wezîrê Berevanîya Amerîkayê Leon Panetta got, guman tune ye ku êrîşa kujêr li Bîngazî “êrîşeke terorîstî” ya plankirî bû.

Panetta herwiha got, vekolîn dom dikin ku bizanin çi grub beşdarî êrîşê bûye û gelo girêdana wê bi El-Qayîdê heye yan ne.
XS
SM
MD
LG