Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Berbijarên Seroktîyê li Kempeyna Xwe Berdewam Dikin


.
Berbijarê Komarî yê seroktîya Amerîkî Mitt Romney îro Înîyê li eyaleta destguhertok Pennsylvania kempeyna xwe birêve dibe.

Birêz Romney di axaftina xwe ya li wê derê de got, ewê serkeftinê li Pennsylvania destve bîne, tevî ku pirsnameyên civakî birêz Obama li pêş wî nîşan didin.

Rêvebirên kempeyna birêz Romney dibêjin, piştî Pennsylvania Mitt Romney diçe Boston a paytaxta eyaleta xwe Massachusetts.

Hevrikê wî Serok Obama yê Demokrat jî îro li paytaxt Washington, DC tev li kombûneke taybet ya komkirina alîkarîya diravî dike.

Birêz Obama dû re dihere wîlayeta Nevada xwe jibo gotêbêja zindî ya televîzyonî amade bike ku roja Çarşemê li bajarê Denver ya eyaleta Colorado tê kirin.

Rêvebirê Enstîtuya Pirsnameyên Civakî ya Zanîngeha Quinnipiac Peter Brown dibêje, gotûbêjên seroktîyê yên televîzyonî şansa dawî ya berbijarê Komarî Mitt Romney e ku ji xwe re piştevanî biafrîne û rê li ber xurtbûna hevrikê xwe Barack Obama bigire.
XS
SM
MD
LG