Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Encama Şer de Bazareke Kevin li Helebê Tê Şewitandin


Çalakvan dibêjin, şerên mezin roja Şemîyê navbera hêzên hikûmeta Sûrîyê û serhildayan li navenda bajarê Helebê ya dîrokî pêk hatin. Di encama van pevçûnan de agirek çê bû ku gefe dide bazarên ji sedsalên navîn ku werin talan kirin.

Zaboq û kolanên biçûk li bazara Helebê ya kevin, ku rojekê ji rojan navena turîstan bû, rastî êrîş û bombebarankirinên rojane tê. Di çend hefteyên dawî de şerê tund lê dom dike.

Ramî Abdulrahman serekê Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan dibêje ku hin deverên Helebê dikevin ber êrîşan, li vê demê ku pevçûn li deverên din diqewimin. Ew dibêje ku şer bi taybetî li devereke Kurdî pêk tê ku li jêr destê hikûmetê ye.

Piştî du mehan ji şerê berdewam, serhilda ji alî hêzên rejîmê hatine dehfandin bo navenda bajêr ya bazirganî. Ew nuha li vê devera kevin cî digirin, ku ji alîyê rêxistina UNESCO wekî cîhekî kelepûrîya cîhanê tê zanîn.

Serhildayên dijî rejma Beşar el-Esed roja Pêncşemê şerek li Helebê destpê kirin ku li gor gotina wan, dê yê dûmahîyê be jibo derxistina hêzên Esed ji bajêr.
XS
SM
MD
LG