Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kempeynên Seroktîyê li Amerîkayê li Ser Sîyaseta Derve Nakok in


Kempeyna Serok Barack Obama û hevrikê wê yê Komarî Mitt Romney gotinên tûj ji hev re dibêjin derbarê bûyerên vê dawîyê li Lîbya û zehmetîyên din yên siyaseta derve. Ev yek diqewime li vê demê ku herdu berbijar xwe jibo yekem nîqaşa xwe ya rûbirû vê hefteyê amade dikin. Peyamnêrê Dengê Amerîka Michael Bowman di vê derbarê de radigihîne.

Pêşbazîya serokatîya Amerîkî hemû bala xwe daye aborîyê, bi kêmanî heta nuha. Li dema ku pirsgirêkên aborî her dimînin mijara sereke, karûbarên navneteweyî jî riya xwe li nav gotara siyasî ya Amerîkî dibînin, tenê şeş hefteyan berî hilbijartinan.
Cîgirê Mitt Romney, Kongirêsman Paul Ryan roja Yekşemê bi tundî rexne li rêvebirîya Obama kir ku nizanîbû çawa ligel êrîşa kujer li ser konsulxaneya Amerîkî li bajarê Bingazî li Lîbyayê kir.

Ryan dibêje, “bersiva wan dereng bû. Ew şaşbûyî bû, ne yekgirtî bû. Wan di destpêkê de gotin ew vîdyoya Youtube bû ku tundûtûjî belav kir û çerçîyan ji ber xwe ve êrîşî konsulxaneyê kirin. Nuha em dizanin ku ew êrîşeke terorîstî ya plankirî bû.”
Paul Ryan li ser Televizyona Fox News axivî. Wî got, êrîşa Bengazî nîşan e ku siyaseta Amerîka ya derve li jêr rêvebirîya Obama ne serkeftî ye.

Ryan dibêje, “em mêwîyên nexweş yên siyaseta derve ya Obama li seranserî cîhanê li ser televizyonên xwe dibînin. Li Sûrîyê 20 hezar kuştî çê bûne. Îran nêzîkî avakirina çekê navokî dibe. Proseya aştîyê li Rojhilata Navîn bi giranî dimeşe, û alayên me li seranserî cîhanê tên şewitandin. Ev siyasteke derve ya qels e ku encamên nebaş dide. Ev yek dihêle em kêmtir ewle bin.”

Qesra Sipî bi riya mezine şîretvanê xwe, David Plouffe bersiva van rexneyan dda. Plouffe got ku tiştekî nenaskirî di guhertina daxuyanîya rêvebirîyê de derbarê êrîşa Lîbyayê tune ye.

Plouffe dibêje, velokîneke berdewam di vê derbarê de heye. Û ev jî cihê baldanê ye ji alî medya û ragihandinê. Ji ber wê jî zanînên gav bi gav tên pêşkêş kirin. Wiha diyar e ku tê bêtir bizane hefteyekê piştî ku bûyerek pêk tê.
Birêz Plouffe li ser Televizyona ABC axivî û piştgirîya Serok Obama kir ku çawa ligel karûbarên cîhanê dide û distîne.

Plouffe dibêje, “vî serokî soza çend tiştan sala 2008an da. Wî got ewê şerê Îraqê bi dawî bike û bi dawî kir. Wî got ewê şerê al-Qayîde bike û wan talan bike, wî ew talan kirin. Wî got ku ewê balê bide ser Osama Bin Laden da wî bîne dadmendîyê, me ev tişt jî kir. Birêz Romney got ku dawîkirina şerê Îraqê tiştekî trajedî ye. Wî herwiha di sala 2008an de got ku ewê neçûba Pakistanê da bin Laden bigire.”

Rawergirtinên giştî diyar dikin ku dengdarên Amerîkî bi giranî balê didin ser pirsgirêkên aborî, lê bi giştî nîşanên bilindtir didin Serok Obama ji Mitt Romney derbarê pirsên siyaseta derve. Nîqaşa serokatîyê ya yekê roja Çarşemê dê girîngîyê bide aborî, lê karûbarên derve dê di nîqaşeke din werin giftûgo kirin.

Jibo guhdarîkirina vê raporê bi dengê Sîrwan Qiçço, lînka jêrîn klîk bikin.

please wait

No media source currently available

0:00 0:00:00 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG