Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Peqîna li Helebê de bi Dehan Kuştî Hene


Avahîyên zîyandîtî li bajarê Helebê
Di encama 3 peqînan de, herî kêm 27 kes li beşa Helebê ya bin kotrola hikûmeta Sûrî hatine kuştin, pirtir jî 70 kesên din jî birîndar bûn.

Peqîn îro Çarşemê li meydana serekî ya nêzîkî avahîya leşkerî qewimî, li vê demê ku şer û pevçûnên tund yên navbera hêzên hikûmetê û yên serhilda li vê dawîyê zêde bûne.

Rêxistina Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan radigîhîne ku bêtir ji 40 kesan di encama peqînan de hatine kuştin.

Televîzyoneke ser bi hikûmetê, dîmenên piştî cîhê peqînê nîşan dan ku tê de zîyanên pir mezin xwane dibûn.

Medyaya dewletê, peqînên îro avêt ser stûyê terorîstan.

Hevdem, Cîgirê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Jan Eliasson dide zanîn ku nûnerê taybet yê Sûrîyê yê jibo Neteweyên Yekbûyî û Yekîtîya Ereb Lexdar Îbrahîmî karê xwe ji Qahîreyê birêve bibe.

Birêz Eliasson got, Neteweyên Yekbûyî hêvî dike ku di dempên pêş de kêmbûnek di tundûtûjîya heyî de pêk were.
XS
SM
MD
LG