Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Gorî Pirsnameyên Civakî Romney di Gotûbêja Hilbijartinê de Serketî ye


Hilbijêrên Amerîkî hizir dikin ku walîyê berê yê Massachusetts Mitt Romney, li gorî du pirsnameyên civakî, di gotûbêja êvara Çarşemê de serketî bû.

Pirsnameya CNN ku ji 430 hilbijêrên tomarkirî pêk tê nîşan dide ku 67 ji sedê pişikdaran bawer dikin ku birêz Romney di gotûbêjê de serketî bû. Tenê 25 ji sedê beştaran difikrin ku Serok Barack Obama yê Demokrat li pêş hevrikê xwe hat.

Pirsnameya CBS ku pirtir ji 500 hilbijêrên bêbiryar pêk tê nîşan da ku 46 ji sedê beşteran birêz Romney wekî serketîyê gotûbêja hilbijartinê dît, lê tenê 22 ji sedê birêz Obama serkeftî dît.

Li gorî pirsnameyê 32 ji sedê hilbijêrên bêbiryar di wê bawerîyê de ne ku gotûbêj wekhev qedîya.
XS
SM
MD
LG