Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hêzên Îsraîlî Hemwelatîyekî Amerîkî Kuşt


Polîsên Îsraîlî teqe li zilamekî Amerîkî kir û ew kuşt, piştî ku wî li oteleke li bajarê Eilat ya kenara Derya Sor gule barand ser mevanan û herî kêm 1 kes kuşt.

Karbidestên ewlekarîyê dibêjin, zilamê Amerîkî ku temenê wî dora 20 salî bû, dabanceyek ji zerevanê parastinê dizî û gula barand ser karkerekî otelê û ew di cîh de kuşt.

Polîs herwiha dibêjin, zilamê Amerîkî xwe li mitbaxa otelê ase kir û dû re gule barand ser polîsan û di dawîyê de ji hêzên ewlekarîyê ve hate kuştin.

Polîsan heta niha dîyar nekir ku sedema êrîşê çi ye. Lê, raportên medyayî dibêjin, êrîşvan do waxtê xwe de li otelê kar kirîye û ew û qûrbanî hevnas bûn.
XS
SM
MD
LG