Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Berbijarên Seroktîyê Kempeynên Xwe Berdewam Dikin


Berbijarê Komarî Mitt Romney ku piştî gotûbêja televîzyonî ya hilbijartinê, piştevanîya wî zêde dibe, îro Înîyê li eyaletên Virgina û Florida derdikeve pêş hilbijêran.

Berbijarê Komarî Romney do Pêncşemê di kombûneke girseyekî de ji piştevanên xwe re got, gelê Amerîkî nema dikare bawerî bi Serok Barack Obama bike ku ekonomîya welêt baştir bike.

Birêz Romney dû re derket kanala Fox TV û hewil da ku mesajan bide ku ew tevahîya gelê Amerîkî hembêz dike.

Wî got, gotinên wî yên berê bi temamî çewt bûn ku wî di kombûneke taybet de gotibû ku 47 ji sedê gelê Amerîkî xwe wekî qûrbanî dibînin û hewceyî alîkarîya hikûmetê ne.

Hevdem, Serok Obama ku li çend zanîngehên li Virgina û Ohio kempeyna xwe didomîne, bi tundî bersîva Romney da û ew tawanbar kir ku di dema gotêbêja televîzyonî de ji sîyaseta xwe ya rastîn cihêtir axifî.
XS
SM
MD
LG