Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Deh Hezaran Urdunî li Dijî Hukûmetê Xwepêşandan Dikin


Bi deh hezaran Urdunî îro Înîyê li paytaxt Amman kom dibin ku hêdîçûna reformên qanûnî protesto bikin.

Xwenîşandêr bi alayên Urdunî û bi pankartan meşîyan û diruşmên dijî hikûmetê qerîyan.
Xwepêşandan ji alîyê partîya serekî ya îslamî “Biratîya Misilmanan” hate rêk xistin ku banga parlementoyeke pirtir demokratîk dike.

Xwenîşandan yek roj piştî ku Melîk Abdullah ragihand ku wî parleman pûç kir, hate kirin.

Pisporên sîyasî dibêjin, bi vê biryarê Melîk Abdullah dixwaze hilbijartinên pêşwaxt bike, beyî ku reformên girîng cîh bîne.
XS
SM
MD
LG