Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Ban Kî-moon dibêje ku alozîya navbera Tirkîyê û Sûrîyê “pir xeter e.”
Birêz Ban heriwha got ku ew gelek nîgeran e beramberî çûna çekan bo Sûrîyê û bandora qeyrana Sûrîyê li ser Libnan a cîran.
Sekretêrê Giştî daxwaza çareserîyeke sîyasî kir bo qeyrana Sûrîyê û got ku bitenê bi rêyên sîyasî qeyrana Sûrîyê çareser dibe.
Artêşa Tirkîyê roja Duşemê dîsa armanc li Sûrîyê topbaran kirin, li bersiva bombeyên mortarê li Sûrîyê hatine avêtin û li Tirkîyê ketin.
Hevdem, serokwezîrê Tirkîye Recep Tayyip Erdogan dibêje ku divê Tirkîye jibo şerî bi rejîma Sûrî re amade be, li gor ajansa Anadolu ya nûçeyan.