Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Romney Rêbaza Derve ya Obama Rexne Kir


Kandîdê Partîya Komarî bo serokatîya Amerîkayê Mitt Romney rêbaza derve ya Serok Barack Obama rexne kir.

Di gotarekê de roja Duşemê li Virginia, Romney got ku metirsîya şerî li Rojhilata Navîn li demê serokatîya Obama zêde bûye.

Romney got ku Serok Obama dixwazê têkelîyên navbera Amerîka û Îsraîlê sar bike, lewma hêvîya aştîyê li Rojhilata Navîn kêm bûye û welatên neyarên me xurt bûne, bi taybet Îran.

Serok Obama kandîdê Partîya Demokrat e û hilbijartina serokatîyê li roja 6’ê meha 11 birêve diçe.
XS
SM
MD
LG