Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Berdevkê DBKS Ahmed Silêman Serdana Dîyarbekirê Kir


Berdevkê Desteya Bilind a Kurd li Sûrîyê Ahmed Silêman hat Dîyarbekirê ku hevdîtinan bi hîn partî û rêxistinan re bike.

Ahmed Silêman jibo guhdarên Dengê Amerîka dibêje, di destpêkê de Tirkîye xuya dike ku jibo daxwazên gelê Sûrî sîyasetê dike, lê niha zêdetir alîkarîya alîyekî opozîsyonê dike.

Piştî artêşa Sûrî axa Tirkîyê topbaran kir ku di encamê de 5 kes li bajarê Akçakaleyê hatin kuştin, têkîlîyên navbera Tirkîye û Sûrîyê di destpêka vê mehê de pir aloz bûn û biryarnameya şer di parlamena Tirkîyê de hate derbaz kirin.

Ahmed Silêman dibêje, ketina tixubê Sûrî ya Tirkîyê dê bibe şaşîyek mezin û ewê xizmetî ti alîyan neke.

Berdevkê Desteya Bilind a Kurdên Surî Ahmed Silêman dîyar dike ku ew ne di wê bawerîyê de ye ku Tirkîye derbazî sînorê Sûrîyê bibe, lê ku tiştekî wusa bib wê demê hemî gelên Surî li dijî xwe bibîne.

Berdevkê Desteya Bilind a Kurdên Surî dide zanîn ku tûjahî û alozîyên ku li deverên din çêbûne, li deverê Kurdan çênebûne û Kurd bi bizavên aştîyane tevdigerin.

Birêz Silêman dibêje, metirsîya mezin ew bû ku kêşeyên navbera partîyên Kurdan bixwe bibin egera alozîyan, lê bi Peymana Hewlêrê û bi avakirina Desteya Bilind niha ev xeter hatîye dûr xistin û parastina vê tifaqê jî gelek girîng e.


please wait

No media source currently available

0:00 0:00:00 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG