Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka Hêzekê Dişîne Urdunê ku Alîkarîya Penaberên Sûrî Bike


Karbidestên Amerîkî dibêjin, wan hêzeke taybet ku ji 150 pisporan pêk tê, şand Urdunê ku alîkarîya penaberên Sûrî bike.

Wezîrê Berevanîya Amerîkayê Leon Panetta dibêje, hêza taybet ligel Urdunê dixebite ku Amman bikare şîyanên xwe yên leşkerî pêşve bibe û xwe li hember kiryarên êrîşker yên Sûrîyeyê biparêze.

Panetta dîyar kir ku şandeya Amerîkî herwiha jibo xeterîyên wek berfirehbûna şer û pevçûnan û karanîna çekên kîmyayî hazirî dike.

Tê ragihandin ku navenda hêza taybet li bingeheke leşkerî ya li bakurê paytaxt Amman e.
Rojnameya New York Times ragihand ku erka hêza taybet piştî hînkarîya leşkerî ya Amerîkayê li Urdunê destpê kir ku hêzên 19 welatan pişikdarî lê wê kirîbûn.

Urdun hevalbendeke Amerîka ye û Melîk Abdulah ê Urdunê rêberê yekê yê Ereb bû ku banga karvekêşana Serokê Sûrî Beşar Esed kirîbû, piştî ku serhildana dijî desthilata wî li meha adarê ya sala 2011’ê destpê kirîbû.
XS
SM
MD
LG