Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Helîkoptereke Leşkerî ya Tirk li Dîyarbekirê Ketê Xwarê


Ajansa nûçeyan ya dewletê ya Tirkîyê dibêje, helîkoptereke leşkerî îro Pêncşemê li bajarokê Lîce yê Dîyarbekirê ketê xwarê.

Ajansa Anadolu dide zanîn ku leşkerek di encamê qazayê de mir.

Ajans herwiha radigihîne 3 leşkerên din jî birîndar bûn, dema helîkopter hewil dida ku bi awarteyî dakeve erdê, piştî.

Cîhê bûyerê, li başûrê rojhilata Tirkîyeyê ku şerê navbera artêşa Tirk û serhildayên Partîya Karkerên Kurdistanê (PKK) ya jibo otonomîya Kurdî lê berdewam dike.

Ajansa nûçeyan ya Dogan jî çend wêne weşandin ku pispor li cîhê bûyerê vekolînê li ser paşmayî yên helîkopterê dikin.
XS
SM
MD
LG