Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dozgerê Fransî: Tora Îslamî Plan Dikir ku li Sûrîyê Şer Bike


Dozgerekî Fransî roja Pêncşemê got ku toreke Îslamî yên Fransî yên ku êrîş biribûn ser bazareke Cihû, herwiha plan kiribûn ku tevlî Cîhadîyan bibin ku li dijî Sûrîyê şer dikin.

Dozgir Francois Molins herwiha got ku 5 ji 12 kesên girtî hatine berdan û girêdana yên mayîn bi çêkirina hîn bombeyan heye.

Dozgerê Fransî eşkere kir ku yek ji wan bergumanan amadekarî bo Cîhadîyan dikir ku herin Sûrîyê û li wê derê şer bikin.

Pispor dibêjin, piranîya ew kesên dijî serokê Sûrîyê Beşar el-Esed şer dikin kesên normal in yan jî ew leşkerên ji artêşê veqetîyane.

Lê, vê dawîyê şervanên bîyanî û ew kesên xwedî îdeolojîyên tundrê tevlî şerê li wir dibin.
XS
SM
MD
LG