Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amnesty International: Hikûmeta Çînê Dest Davêje Xanîyê Pirtir Kesan


Rêxistina Lêxweşbûna Navneteweyî, Amnesty International dibêje, di her du salên dawî de Çîn pirtir hemwelatîyan bi zorê ji xanîyên wan derxistine.

Ev yek li vê demê eşkere dibe ku desthilatdarên xwecihî hewil didin destên xwe deynin ser erdên hemwelatîyan ku dewlet dest danaye ser.

Raportek ku roja Pêncşemê hate weşandin dide zanîn, jimareke mezin ji hemwelatîyên Çînê li gund û bajaran hatine mecbûr kirin ku bi zorê ji xanîyên xwe derkevin.

Li Çînê qedexe ye ku hemwelatî bibin xwedî mal û mulkan. Di encama wê prosesê de gelek kes hatine kuştin û herwiha bûyerên wek lêdan, destdirêjî û zindankirin jî derketin holê.

Amnesty International bang li hikûmeta Çînî dike ku destdanana mulkê hemwelatîyan demûdest rewestîne û nema xelkê bi zorê ji xanîyên wan derxîne.
XS
SM
MD
LG