Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Du Zanyarên Amerîkî Xelata Nobel Werdigirin


Du zanyarên Amerîkî bi navê Robert Lefkowitz û Brian Kobilka xelata Nobel ya Kîmyayê bo sala 2012’an wergirtin.

Akademîya Qiralî ya Swêdê bo Zanînan navên xelatbiran roja Çarşemê li Stokholmê ragihand.

Lefkowitz û Kobilka ev xelat jiber lêkolînên xwe derbarê protîn G wergitin, ku têde şirove dikin çawa laşê mirov dermanan hiltîne.

Lefkowitz, ku profesorê Zanîngeha Duke li North Carolina ye, got ku ew di xew de bû dema nûçeya wergirtina xelatê jêre hate. Wî herwiha got, ew mat mabû.

Kobilka profesorê Zanîngeha Stanford li California ye.

Hêjayî gotinê ye ku xelata Nobel ya wêjeyê roja Pêncşemê tê ragihandin û xelata Aştîyê jî roja Çînî tê pêşkêş kirin.
XS
SM
MD
LG