Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Yekîtîya Ewropa Wergira Xelata Nobelê Aştîyê 2012ê ye


Yekîtîya Ewropa, ji alîyê Komîteya Nobelê ve hêjayî Xelata Nobelê Aştîyê 2012’ê hate dîtin.

Serokê Komîteya Nobelê ya Norwecî, Thorbjoern Jagland wergirê xelatê îro Înîyê li Osloyê bi merasîmekê ragihand.

Komîteya Nobelê dibêje, Yekîtîya Ewropa û endamên wê yên serekî di 60 salên dawî de bizavên pêşvebirina aştî, demokrasî û mafên mirovan li Ewropayê xurtir kirine.

Komîteya Nobelê bi berdewamî got, tevî ku Yekîtîya Ewropayê di bin hîn zehmetîyên aborî û alozîyên civakî derbaz dibe jî, ew hewil da ku balê bide ser rola xwe ya cîhkirina aramîyê da ku li Ewropa nebe qada şer, lê bibe parzemîna aşîtî û xweşhalîyê.

Serokê Konseya Ewropayê Josê Manuel Barroso wergirtina xelatê wekî rûmeteke mezin binav kir.

Birêz Barroso got, xelatbirina wan pênasînê bi projeya bêhempa ku Yekîtîya Ewopayê dike ku hem jibo hemwelatîyên wê û hem jî yên tevahîya cîhanê birêve dibe.
XS
SM
MD
LG