Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Lexder Brahîmî li Tirkîyê ye


Lexder Brahîmî.
Lexder Brahîmî.
Nûnerê aştîya navneteweyî Lexder Brahîmî roja Şemîyê gihişte Stenbolê da ku gotûbêjan li ser alozîyên navbera Tirkîye û Sûrîyê bike piştî Enqerê dest bi ser kelûpelên balafireke rêwiyan ya Sûrî girt.

Tirkîyê roja Çarşemê balafireke Sûrî mecbûr kir ku li Enqerê dakeve. Hikûmeta Tirkîyê ragihand ku wê balefir daxist, jiber ku amadekariyên leşkerî têde hebûn ku ji hikûmet Sûrîyê re dihatin şandin. Balafir ji Moskow diçû Şamê.

Karbidestên Sûrî red dikin ku ti amadekarîyên leşkerî di balafirê de hebûn.

Rûsya, ku hevalbenda herî bihêz ya Beşar El-Esed e, ji Tirkîyê daxwaz kirîye ravekirinekê pêşkêş bike.

Brahîmî herwiha roja Înê ligel şahê Erebistana Saudî Ebdullah derbarê krîzê axivî. Di kombûna li bajarê Cedayê de, herdu rêberan behsa bêtir alîkarî bo bi milyonan welatîyên Sûrî ku ziyan ji ber tundûtûjîya li welêt dîtine.
XS
SM
MD
LG