Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Zarokên Pakistan û Afganistanê Dua jibo Selametîya Melale Kirin


Zarokên Pakistan û Afganistanê li nimêjên roja Şemîyê dua kirin jibo selametîya keçeka Pakistanî ya 14 salî ku ji alîyê Talîban ve rastî êrîşekê hat.

Mîlîtanên Talîban yên Pakistanê keça bi navê Melale Yusifzay gullebaran kirin dema ku ew roja Sêşem a bihurî ji dibistanê vedigerîya mal. Ev keça rewal li seranserê cîhanê hatibû nasîn jiber bizavên wê yên taybet bi perwerdeya keçan û bi belgehkirina tawanên Talîbanê li herêma Swat

Serokwezîrê Pakistanê Raca Pervêz Eşref erîşa li ser Yusifzay wekî tewaneke dijî mirovahîyê binav kir. birêz Eşref herwiha got ku ev êrîş li dijî nirxên moralî û civakî yên Pakistanê ye.

Polîsê Pakistanê roja Înê çend bergumanên wê êrîşê girtin. Karbidest dibêjin ku ev girtin li bakura rojavaya herêma Swat pêk hatin, cihê ku Yusafzay derb lê xwar.
XS
SM
MD
LG