Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokwezîrê Tirkîyê Neteweyên Yekbûyî Rexne Kir


Serokwezîrê Tirkîyê Recep Tayyip Erdogan bi tundî Civata Tenahî ya Neteweyên Yekbûyî rexne kir ji ber bêhelwêstîya civatê beramberî qeyrana Sûrîyê.

Erdogan roja Şembî li Stenbolê got ku roj bi roj jibo Neteweyên Yekbûyî zehmettir dibe ku erkên xwe bicîh bîne jiber mekanismên ne rewa, ne yeksan û bê bandor.

Tirkîye roja Şembî berdewam bû li şandina tank û çekên giran bo deverên hevsînor bi Sûrîyê re.

Rojnameya Zaman ya Tirkîyê radigihîne ku 250 tank li Riha, Mêrdîn û Entabê hatîne cîgirkirin. Herwiha 55 jetên leşkerî di balafirgeha Dîyarbekirê de ne, ku 15 ji wan jetên F-16 ne.
XS
SM
MD
LG