Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hamlet bi Kurdî Diaxive


To be or not to be’ (hebûn an nebûn) şanoya klasîk ya cîhanê cara pêşî ye ku bi muzîk û stranên Kurdî tê amade kirin û lîstin. Derhênerê hunerê yê Şanoya RAST’ê Celîl Toksoz bi lîstikvanên Şanoya Bajêr ya Dîyarbekirê re, Hamlet a ku ji alîyê Kawa Nemir ve hatiye weregrandin, bi Kurdî amade dike.

Derhêner Celîl Toksoz dibêje "dema ku Avrupî kî bibêje hebûn an nebûn ev hevok zêdetir xemên takakesî derdixe pêş, lê dema ku Hamlet bi Kurdî bêje hebûn an nebûn ev hevok veduguhere rengek netewî û pirsên civakî. Hunermendê Kurd destîşan dike jiber vê yekê hevoka hebun û nebûnê weke pirsa nasnamê dikeve ser zimanê Hamlet.

Şanogerê ciwan Yavuz Akkuzu di rola Hamlet de dilîze herwiha sê rolên sereke yên listikê ji sê stranbêjan pêk tê. Stranbêja ciwan Gulseven Medan di rola Ofelyayê de, starnbêja navdar Rojda di rola diya Hamlet Gertrude de, Ali Tekbaş jî di rola Horatio de ye. Ev hersê stranbêj him bi listika xwe him jî bi dengên xwe yên xweş Hamletê cûdatir û rengîntir dikin.
Promiyera cîhanê ya Hamleta bi Kurdî di 17 Cotmehê de li Amsterdamê ye.

please wait

No media source currently available

0:00 0:00:00 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG