Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Qiralê Berê yê Kambodyayê Mir


Qiralê berê ya Kambodyayê, Norodom Sihanouk di temenê 89 salî de mir.
Karbidestên hikûmeta Kambodî dibêjin ku rêberê berê bi rewşa asa mir roja Duşemê li Pekînê mir, cihê ku lê dihate derman kirin.

Sihanouk di sala 1941ê de hate ser deshilatdarîya Kambodyayê û bo demê 60 salî hikûm kir.

Sihanouk welatê xwe ji serxwebûna ji Fransayê anî bo demokrasîyeke sist.
Li dema şerê Vietnamê, Sihanouk bo wexteke kurt bi derbeyeke leşkerî hate hilanîn dema ku ji derveyî welêt bû.

Jibo ku vegere ser desthilatê, Sihanouk xwe nêzîkî tevgera Komunist ya radîkal kir anku Khmer ya Sor. Lê di sala 1976an de ji alî wan de hate paşguhxistin.

Khmer ya Sor di desthilatê de heta 1979an man, lê navê Sihanouk bi tevgerê girêdayî ma, tevgera ku 1. Milyon hemwelatîyên Kambodî kuşt.

Di sala 1991an de Sihanouk ji surgunê vegerîya û careke din taca qiralîyê di 1993an de bidest xist ku paşê bû kesayetiyeke navendî di pêşveçûna welêt de.
XS
SM
MD
LG