Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Balafireke Ermenistanê li Tirkîyê Hate Daxistin


Balafira Ermensitanê li balafirgeha Erzurumê hate neçarkirin ku dakeve, Duşem15'ê meha 10, 2012.
Balafira Ermensitanê li balafirgeha Erzurumê hate neçarkirin ku dakeve, Duşem15'ê meha 10, 2012.
Balafireke Ermenistanê ku ber bi bajarê Heleb li Sûrîyê diçû li Tirkîyê hate daxistin.

Karbidestên Tirkîyê roja Duşemê balafira Ermenistanê neçar kir ku li wî welatî dakeve jibo encamdana lêkolînan li ser barê balafirê.

Li gorî karbidestan, lêkolînên destpêkî xuya dikin ku barê balafirê ji alîkarîyên mirovatî pêk dihêt.

Heftîya bihurî, firokeke rêwîyan ya Sûrî, ku ji Moskovayê diçû Şamê bi zora du jetên F-16 yên Tirkîyê, mecbûr ma ku dakeve balafirgeha Esenboga ya Enqerê.

Enqere radigihîne ku Şam balafirên rêwîyan bikar tîne jibo anîna çekan bo arêtşa rejîmê.
XS
SM
MD
LG