Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Y.E. Cezayên Nû li Dijî Îranê Ragihand


Yekîtîya Ewropî cezayên nû li dijî Îranê ragihand jiber bernama navokî ya Tehranê.

Wezîrên derve yên Y.E. roja Duşemê cezayên nû pejirandin ku bank û bazirganîya bi Îranê re dikin armanc.

Hevdem, biryar e ku Y.E. roja Sêşemê navê hejmareka din ya berpirs û kompanyayên Îranê di lîsta reş de zêde bike.

Welatên rojavayê bi guman in ku Îran bizavê dike bi rêya bernama navokî ya xwe bomba atomî berhem bîne. Lê belê Tehran bi berdewamî radigihîne ku bernama navokî ya wê jibo mebestên aştîyê ye.
XS
SM
MD
LG