Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Fransa: Operasyoneke Navneteweyî li Malî Destpê Dike


Çekdarên Îslamî li bakurê Malî.
Wezîrê berevanî yê Fransayê dibêje ku di demekê nêzîk de operasyoneke navneteweyî ya leşkerî li dijî çekdarên Îslamî li bakurê Malî destpê dike.

Di hevpeyvînekê de ligel televizyona France 2, Jean-Yves Le Drian roja Sêşemê got ku Fransa leşkeran naşîne Malî, lê belê piştgîrîya lojistîk dide operasyonê.

Hikûmeta demkî ya Malî daxwaza alîkarîyan dike jibo şerê li dijî çekdarên Îslamî ku bakurê wî welatî kontrol dikin.

Neteweyên Yekbûyî biryarek pejirand ku rêkê xweş dike jibo encamdana operasyoneke leşkerî li Malî.
XS
SM
MD
LG