Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dengderên Amerîkî li Benda Rûbirûbûna Obama û Romney ne


Duwemîn rûbirûbûna serokatîya Amerîkayê şeva Sêşemê li New York birêve diçe bi beşdarîya herdu berbijarên serokatîyê, kandîdê Partîya Demokrat Barack Obama û kandîdê Partîya Komarî Mitt Romney.

Rûbirûbûna Sêşemê li Zanîngeha Hofstra birêve diçe û dengder wê pirsiyarên taybet bi rewşa welatî li herdu kandîdan bikin.

Di rûbirûbûna yekemîn de, ku li roja 3’ê vê mehê birêve çû, serok Obama rastî rexneyên tund hat jiber lawazîya astê beşdarîya wî di wê rûbirûbûnê de.

Piştî civîna şeva Sêşemê, serok Obama û birêz Romney careka din di rûbirûbûnê de beşdar dibin pêş hilbijartina serokatîyê li roja 6’ê meha 11.
XS
SM
MD
LG