Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Clinton: Ez Berpirs im


Wezîra Derve ya Amerîkî Hillary Clinton roja Sêşemê gotina xwe dubare kir ku ew bitenê berpirs e hemberî parastina hemû navendên diplomatîk yên Amerîkî li cîhanê.

Birêz Clinton dibêje ez berpirs im beramberî parastina pitir ji 60,000 karmendên wezareta derve ku li 275 navendên diplomatîk li seranserê cîhanê kar dikin.

Hikûmeta Serok Obama rastî rexneyên tund hat, piştî êrîşa Bîngazî û kuştina balyozê Amerîkî Chris Stevens û 3 karmendên din yên Amerîkî li Lîbyayê.

Piştî wê êrîşê, hate ragihandin ku Chris Stevens daxwaz ji wezareta derve ya Amerîkî kiribû ku hêzên din yên Amerîkî bişîne Lîbyayê, jibo parastina karmendên Amerîkî li wî welatî.

Di demekê de ku hilbijartina serokatî ya Amerîkî nêzîk dibe, Partîya Komarî bûyera Bîngazî li dijî kandîdê Partîya Demokrat Barack Obama bikar tîne.
XS
SM
MD
LG