Serokê Amerîka Barack Obama û berbijarê Komarî Mitt Romney gotûbêja xwe ya duyê ji kempeyna xwe ya seroktîyê li Zanîngeha Hofstra ya New York’ê bi dawî kirin. Her du berbijaran bersîvên pirsên wan dengdaran dan ku hîn biryar nedane dengê xwe bidin kîjan berbijar.
Piştî wergirtina pirsên derbarê enerjî, aborî, kar û wekhevîya peredanê jibo jinan, kesek ji nav amadebûyan pirsa koçberîyê ji birêz Romney kir.
Fermandarê berê yê Massachusetts Mitt Romney got ku ewê koçberên neqanûnî efûyekê dernexe. Romney got, ew dixwaze sîtema koçberîya qanûnî zelal be da ku koçber pêdivî bi parêzerkî nebe jibo ku were Amerîkayê. Romney Obama tawanbar kir ku Serok soza xwe ya pêkanîna reformên koçberîyê bicîh nanî.
Ji alîyê xwe ve, Serok Obama got, wî de derbarê sîstema koçberîyê de, hemî tiştên ku jê destê wî hatiye, cîh anîne, jibo wan kesên ku dixwazin bi awayekî qanûnî werin Amerîkayê.
Serok got Amerîka welatê qanûnan e, lê herwiha da zanîn ku ew naxwaze bide dû ew xwendekarên ku bi salan li vir mane, yan kesên ku hatine Amerîka jibo ku malbatên xwe bi nan bidin.
Kesek din ji amadebûyan xwest nas bike ew kî bû yê zêdekirina ewlekarîyê li Konsulxaneya Amerîkî li Bengazî li Lîbyayê red kirîye.
Birêz Romney serok tawanbar kir ku Obama piştî du hefteyan nû ji Amerîkîyan re got ku êrîşa li ser konsulxaneyê, ku tê de balyozê Amerîkî li Lîbya û sê karmendên din hatibû kuştin, karekî terorîstî bû. Romney got ku siyaseta Obama ya Rojhilata Navîn sist e.
Serok Obama got ku wî roja piştî bûyerê, ew wekî karekî terorîstî binav kir.