Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Firokên Şer yên Sûrî Bajarokekî Bombebaran Dike


Çalakvanên Sûrî dibêjin ku firokên şer yên hikûmetê bajarokekî girîng, ku di dest serhildayan de ye, bombebaran kirine. Ev jî di demekê de tê ku artêşa Sûrî ligel hêzên opozisyonê ketin nav şerekî giran ji derveyî Şama paytext.

Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan û Komîteyên Hevrêzîyê yên Xwecihî derbarê bombebarankirina roja Sêşemê ya devera Meheret el-Numan ragihandin. Bajarokê ku li bakur rojavaya welêt li devereke stratejî ji parêzgeha Îdlib dikeve ku li ser riya navnetewî ya navbera Şam û Helebê ye. Hemdem, pevçûnên giran roja Sêşemê li derdora Şamê hatin ragihandin.

Şer berdewam dibe li demê ku hişyarîyên navneteweyî dibêjin ku rewşa Sûrîyê xirabtir dibe.

Nûnerê Neteweyên Yekbûyî û Komkara Ereb bo Sûrîyê Lexder Brahîmî di daxuyanîyekê de roja Duşemê got ku krîza Sûrîyê ya 19 mehî roj bi roj xirabtir dibe, û êdî pêdivîyeke lezgîn heye ku rijandina xwînê were rawestandin.

Lexder Brahîmî banga alîkarîya Îranê kir jibo destpêkirina agirbestekê li dema Cejna Qurbanê, ku hefteya were destpê dike.

Serokwezîrê Îraqê Nûr el-Malikî jî banga gavên bilez jibo çareserkirina nakokîya Sûrîyê dubare kir, piştî ku ligel Brahîmî li Bexdayê kom bû.
XS
SM
MD
LG