Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Lexder Brahîmî li Lubnanê ye


Nûnerê Yekîtîya Ereb yê Sûrîyê Lexder Brahîmî û Serokê Lubnanê Michel Suleiman
Nûnerê Yekîtîya Ereb yê Sûrîyê Lexder Brahîmî çû Lubnanê ku ligel karbidestên wî welatî kom be, di qonaxa dawî ya gera xwe ya çareserîya kêçeya sûrî ya 19 mehan.

Brahîmî bi Serokê Lubnanê Michel Suleiman, Serokwezîr Necîb Mikatî û serokê parlamana welêr hevdîtinan kir.

Brahîmî, berî ku here Lubnanê, çûbû Misir, Îraq, Erebîstana Saudî, Tirkîye û Îranê. Wî bang li Îranê kirîbû ku jibo pêkanîna agirbestekê alîkarîya wî bike.

Ajansa SANA ya dewletê îro Sêşemê ji zarê berdevkê wezareta derve Cîhad Makdîssî ragihand ku Sûrîye li benda hatina Brahîmî ye û ji wî bizavên wî bi hêvî ye bigeheje encameke erênî.
XS
SM
MD
LG