Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ahmet Turk Daxwaza Bexşînê ji Êzîdîyan Kir


diyarbakir
diyarbakir
Konferansa Êzîdî ya Navnetewî ku bi rêvebirîya Komîsyona Bawerîyan a Kongreya Civaka Demokratîk hate amade kirin, li Dîyarbekirê destpê kir.

Jibo beşdarî konferansê bibin, Mir Tehsîn Seîd, Hazim Seîd, Babê Şêx û Heyeta Rûhanî ya Êzîdîyan, herwiha ji Ermenistan, Rûsya, Ewrupa û ji Kurdîstanê bi dehan rewşenbîr, sîyasetvan, nivîskar û rojnamevanên Êzîdî beşdar bûn.

Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk Ahmet Turk destnîşan kir ku 72 caran fermana Êzdîyan hatîye rakirin û jiber hindê civaka Êzîdîyan xwedî dîrokeke bi êş û kul e.
Sîyasetvanê Kurd got “em xemgîn in ku di destê bav û kalê me de xwîna Êzîdîyan heye, em daxwaza bexşandinê ji wan dikin.”

Mîr Tehsîn Beg jî di konferansê de axaftinek kir û destnîşan kir ku serê hemû tiştan di tifaqê de ye û 72 fermanên ku hatine serê Êzîdîyan hemû jiber bêtifaqîyê ye.”

Di konferansê de mijarên wek “Di tekoşîna Hebûna Nasnameya Kurd de Êzîdî”, “Di Dîrokê de Derketina Êzîdîyan”, “Pirsgirêkê ku Êzîdî Dijîn”, “Derbarê Yekîtîya Netewî Kurd de Rola Êzîdîyan” têne gotûbêj kirin.

Konferans roja Pêncşemê bi encamnameyekê dawî dibe.

please wait

No media source currently available

0:00 0:00:00 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG