Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hunermendekî Navdar yê Tirk Jiber ku Îslamê Biçûk Kirîye li Pêş Dadgehê ye


Pîyanîstekî navdar yê Tirk Fazil Say di konsertekê de xwane dibe
Pîyanîstekî navdar yê Tirk Fazil Say di konsertekê de xwane dibe
Pîyanîstekî navdar yê Tirk tê dadgeh kirin, bi sedema ku di mesajên xwe yên Twitter’ê de nefreta olî belav kirîye û haqaretê bi Îslamê kirîye.

Pîyanîst Fazil Say îro Pêncşemê li Stenbolê derket pêş dadgehê ku hember tawanên dijî wî hatine pêşkêş kirin, berevanîyê li xwe bike.

Hunermendê navdar li meha Nîsanê çend peyamên Twitter’ê şandibûn û qaşo heneka xwe bi Muisilmanan kirûbû. Eger dadgeh wî sûcdar bibîne, îhtîmal heye ku Say heta 18 mehan cezayê zindanê wergire.

Fazil Say wekî balyozê çandî ji Yekîtrîya Ewropî re xizmet kir û bi gelek orkestreyên cîhanê konsert dan ku di nav wan de Orkestraya Filharmonîk ya New Yorkê û Orkestraya Semfonîk ya Berlinê jî hene.

Doza dijî Say xem û fikaran li ser dortengkirina azadîya axaftinê li Tirkîyê zêde dike. Nêzîkî 100 xwepêşandêr li pêş avahîya dadgehê kombûn da ku doza dijî Fazil Say protesto bikin.
XS
SM
MD
LG