Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Obama û Romney Îşev li New Yorkê Têne Ba Hev


Du roj piştî gotûbêja hilbijartinê ya didoyan Serok Barack Obama û hevrikê wî yê Komarî Mitt Romney îşev careke din li bajarê New Yorkê têne ba hev.

Her du berbijar pişikdarî li xwarineke taybet ya Dêra Katolîk dikin ku jibo komkirina alîkarîya diravî li oteleke buha tê kirin.

Tê çaverê kirin ku berevajîya roja Sêşemê, hem Serok Obama û hem jî Mitt Romney gotarên nermik û kenok pêşkêş bikin.

Xwarina taybet ya vê şevê, navê xwe ji walîyê berê yê New Yorke Al Smith ê Demokrat distîne. Smith berbijarê yekê yê Katolîk bû ku li sala 1928’an bibû berbijarê seroktîya Amerîkayê.
XS
SM
MD
LG