Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Wezîrê Derve yê Tirkîyê Banga Agirbestê li Sûrîyê Dike


Wezîrê Derve yê Tirkîyê bang li hêzên hikûmeta Sûrî û serhilda dike ku seranser meha Qurbanê şerê heyî rawestînin.

Wezîrê Derve yê Tirkîyê Ahmet Davutoglu îro Înîyê ji medyayê re got, divê her du alî, qet nebe li çar rojên Eyda Qurbanê dijmanîya nav hevdû rawestînin.

Hevdem, nûnerê aştî yê navnetewî Lexder Brahîmî li ber e serdana Şamê bike û çaverê ye roja Şemîyê bi Wezîrê Derve yê Sûrî Welîd Mualîm re hevdîtinekê bike.

Nûnerê Neteweyên Yekbûyî û Yekîtîya Ereb Lexder Brahîmî do Pêncşemê ligel Wezîrê Derve yê Urdunê hevîtinek kiribû û gotibû ku navberdana dijminahîyan dikare bawerîyê ava bike û aştîyeke qayim û dirêjdemî bi xwe re bîne.
XS
SM
MD
LG