Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Lexder Brahîmî jibo Agirbestê li Şamê ye


Nûnerê Neteweyên Yekbûyî û Yekîtîya Ereb Lexder Brahîmî geheşte paytaxta Sûrîyê, Şamê da ku li ser agirbesteke kindemî bi karbidestên wî welatî re hevdîtinan bike.

Li ber e, Lexder Brahîmî roja Şemîyê bi Wezîrê Derve yê Sûrî Welîd Mualîm re kom bibe, lê heta niha ne dîyar e ku ewê bi Serokê Sûrî Beşar Esed re hevdîtinekê bike yan ne.

Nûnerê aştî yê navnetewî Lexder Brahîmî do Pêncşemê ligel Wezîrê Derve yê Urdunê hevîtinek kiribû û gotibû ku navberdana dijminahîyan dikare bawerîyê ava bike û aştîyeke qayim û dirêjdemî bi xwe re bîne.
XS
SM
MD
LG