Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hêzên Yemenî Mîlîtanên Berguman li Başûr Dikujin


Leşkerên Yemenî weşartgehên mîlîtanên El Qaydê topbaran dikin
Karbidestên Yemenî dibêjin, mîlîtanên berguman di êrîşeke xwekujî ya ser bingeheke artêşê de, herî kêm 9 leşker îro Înîyê li başûrê wî welatî kuştin.

Karbidest radigihînin ku mîlîtanan qamyoneke bi bombeyên dagirtî anî ber derîyê bingeha leçkerî ya li bajarokê Shakra û dû re ew peqand.

Êrîşa îro Înîyê li parezgeha Abyan, rojekê piştî êrîşên firokên bêmirov yên Amerîkî hat ku karbidestên Yemenî ragihandibû ku herî kêm 7 mîlîtanên bi El Qaydeyê re peywendîdar li başûrê Yemenê hatibûn kuştin.

Ev dever heta demeke berê di bin kontrola El Qaydeyê bû. Lê, piştî operasyona artêşa Yemenê ya destpêka vê salê dever ji mîlîtanan hatibû paqij kirin.
XS
SM
MD
LG