Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Raporteke Taybet ta Derheqa Dawîbûna Konferansa Êzîdî ya Navnetewî


Konferansa Êzîdî ya Navnetewî di 17-18’ê Cotmehê de, ku bi bi beşdarîya 124 delegeyan hat dar xistin, bidawî bû.

Encamnameya konferansê ji alîyê sîyasetvana Kurd Feleknaz Uca ve hat xwendin.

Feleknaz Uca destnîşan kir ku bi pêşketin û qewmandinên li Rojhlata Navîn, li her çar perçeyên welêt derfeteke mayinde ketîye destê gelê Kurd.

Xanim Uca got "taybetî li rojavayê Kurdîstanê helwesta gelê Kurd, bandoreke berbiçav li ser tevahîya tekoşînên demokrasîyê dike."

Feleknaz Uca dîyar kir jiber ku civaka Êzîdîyan parçeyekî herî girîng ê civaka Kurdî ye û bi vê rêyê de gelek bedel danê, ew di temsîl û cîgirtin û sazbûna netewî de xwedî berpirsîyeke dîrokî ne.

Sîyasetvana ciwan da zanîn ku hatîye pêşnîyar kirin jibo avakirina Kongreya Êzîdîyên Cîhanê, jibo yekîtî û Konferansa Netewî ya Kurd û jibo pirsgirêkên civaka Êzîdîyan pêwîstî "Rêvebirîya Civaka Êzîdîyan hatîye dîtin.

Di encamnameyê de hatîye pêşnîyar kirin ku jibo lêkolîna ola Êzîdîyan komîsyonek were damezrandin ku ji dîroknas û civaknasan pêk tê.

please wait
Embed

No media source currently available

0:00 0:00:00 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG