Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Brahîmî bi Esed re Civîya


Nûnerê taybet yê Neteweyên Yekbûyî û Komkara Welatên Ereb Lexder Brahîmî roja Yekşemê bi serokê Sûrî Beşar El Esed re kom bû.

Brahîmî daxwaz ji rejîma Sûrî û komelên opozisyonê kir ku piştgîrîya plana wî bikin jibo ragihandina agirbestê li demê cejna qurbanê, ku roja 26’ê vê mehê destpê dike.

Brahîmî herwiha got ku ew bi komelên opozisyona Sûrî li derve û hundirê Sûrîyê kom bûye jibo encamdana gotûbêjên taybet bi agirbestê.

Nûnerê navneteweyî got ku tevaya komelên opozisyonê piştgîrîya plana wî dikin, lê belê wî bersiva Esed jibo plana agirbestê eşkere nekir.
XS
SM
MD
LG