Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dibe ku Îran û Sûrîye Weşana Dengê Amerîka Têk Bidin


Karbidestên weşana Ewropî dibêjin, dibe ku Îran û Sûrîye berpirs bin hemberî têkçûna weşana ajansên nûçeyan li çend beşên Rojhilata Navîn, li gor ajansa Associated Press.

Yekîtîya Weşanê ya Ewropî (EBU) li Jinêvayê raighand ku li heftîya bihurî ajansên nûçeyan rastî êrîşan hatin.

EBU roja Duşemê ragihand ku weşana radyo û televizyona hejmareke ajansên nûçeyan hatin têkdan, di nav de Dengê Amerîka, BBC, France 24 û Deutsche Welle.

Karbidestên Eutelsat radigihînin ku jêderên sîgnalên ku weşanê têk didin ji Sûrîye û Îranê cîh digirin.
XS
SM
MD
LG