Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Mîrê Qeterê Serdana Xeze Dike


Serokwezîrê Hemasê Îsmaîl Henîye pêşwazî li Mîrê Qeterê dike, Sêşem, 23'ê meha 11, 2012.
Mîrê Qeterê Şêx Hemed Bin Xelîfe El Sanî çû devera Xeze, ku yekemîn serdana rêberekê navneteweyî ye bo wê deverê, piştî komela çekdarî ya Hemas ya Îslamî li sala 2007’ê Xeze kontrol kir.

Şêx Hemed roja Sêşemê li Misirê derbasî Xezê bû û ji layê karbidestên Hemasê ve hate pêşxwazîkirin.

Mîrê Qeterê serperiştîya projeyên avakirinê dike li Xeze, bi buhayê 250 milyon dollaran.

Ji sala 2007’ê vir ve Xeze ji layê Îsraîlê ve hatîye dorpêçkirin.

Şêx Hemed roleke berçav hebû li aştkirina Hemas û Desthilatdarîya Felestînî, ku Kinara Rojava kontrol dike.
XS
SM
MD
LG